Fermandarekî di nava HSDê de: Li ser tevlîbûna HSDê di nava artêşa Sûriyeyê de hat lihevkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser li ser tevlîkirina HSDê di nava artêşa Sûriyeyê de û vekişandina çekdarên biyanî ji HSDê lihev kirin.

Fermandarê Hêzên Bakur ên Demokratîk Ebû Omer El-Idlibî ku di nava di HSDê de ye, belav kir, şeva borî civîneke sêalî di navbera HSD, MSD û Rêveberiya Xweser de hat lidarxistin û aliyên beşdar li ser hejmarek ji xalan lihev kirin. 

Xalên lihevhatinê:

1- Yekxistina saziyên leşkerî û ewlehiyê: Aliyan li ser yekxistina hewlan û xurtkirina hêza niştimanî ya HSD û saziyên ewlehiyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser di çarçoveya artêşa Sûriyeyê de, li hev kirin.

2- Ji nû ve aktîvkirina saziyên sivîl: Beşdaran li hev kirin ku saziyên sivîl û xizmetguzarî yên dewletê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê jinûve aktîv bikin, ji bo peydakirina xizmetguzariyên bingehîn û bilindkirina asta jiyana xelkê.

3- Vekişîna çekdarên biyanî: Tekezî li ser pêwîstiya derketina hemû çekdarên ne-Sûrî ji nav refên HSDê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin, weke pêngavek ji bo bihêzkirina serwerî û aramiya niştimanî.

4- Xurtkirina hevahengiyê ligel hikûmeta Sûriyeyê: Aliyan lihev kirin ku civîn û hevahengiya ligel hikûmeta Sûriyeyê li Şamê were xurtkirin, ji bo pêşxistina hevkariyê di mijarên niştimanî de.

5- Tekezî li ser yekîtiya Sûriyeyê: Tekezî li ser giringiya yekîtiya xaka Sûriyeyê hat kirin û tevlîbûna hêzên xwecihî di nav artêşa Sûriyeyê de, dê karîna wê ya parastina xaka Sûriyeyê zêdetir bike.

6- Vegera awareyan: Hat lihevkirin ku asankarî ji bo vegeryana koçber û awareyan bo bajar û gundên xwe hat kirin, digel dabînkirina mercên guncayî ji bo jiyana wan.

7- Pîrozbahî û vexwendina Serok Ehmed Şera: Bi boneya destbikarbûna Serok Ehmed Şera, pîrozbahî li Serok Ehmed Şera hat kirin û vexwandineke fermî ji wî re hat kirin ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, ji bo xurtkirina peywendiyan.

8- Mîkanîzma cîbicîkirina xalên lihevkirî: Komîteyên hevbeş ji hemû aliyan hatin avakirin, ji bo pêşxistina pilan û mekanîzmayên cîbicîkirinê, ji bo misogerkirina cibicîkirina bendan bi awayekî aktîv.

Fermandarê Hêzên Bakur ên Demokratîk Ebû Omer El-Idlibî da zanîn jî, ev rêkeftin di çarçoveya xebatên ji bo xurtkirina yekitiya niştimanî û pêkanîna aramî û aştiyê li welêt de, pêk tên.