Bi tometa “PKK/KCK” 282 kes hatine binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand, bi tometa bangeşe, alîkarî û endamtiya PKK/KCKê, li 51 bajaran 282 kes hatine binçavkirin. 

Wezîrê Navxweyê Tirkiyê Alî Yerlîkaya, li ser hejmara xwe ya tora civakî “X” ragihand, bi armanca gihiştina armanca Tirkiyeya Bêteror û aramiyê, operasyonên wan didomin. 

Yerlîkaya da zanîn, bi hemahengiya Serdozgeran, Rêvberên Ewlekarî û Dezgehên Dijî terorê li 51 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistan operasyon hatine kirin. 

Diyar kir jî, di operasyonên li dijî PKK/KCKê de, di pênc rojan de, 282 kes hatine binçavkirin. 

Yerlîkaya got, kesên hatine binçavkirin di rêxistinên siyasî, darayî û zîndanan yên KCKê de cih girtine û bi beşdariya çalakiyên neyasayî, bangeşeya PKK û alîkariya rêxistina terorê tên tometbarkirin. 

Ji aliyê xwe ve, Dem Partiyê ev operasyon şermezar kir û ew wek tirsa desthilatê ji proseya çareseriyê binav kir.