Macron ji civîna yekê ya Amerîka û Rûsyayê tûre bû

Emanuel Macron
Emanuel Macron

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî civîna her du wezîrên derve yên Rûsya û Amerîkayê, Serokê Fransayê Emanuel Macron yekser daxwaza civîna bilez a Lûtkeya Ewropayê dike.

Şandên Amerîka û Rûsyayê îro (Sêşem, 18.02.2025) li Riyaza paytexta Siûdiyeyê civiyan, şanda Amerîkayê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Robio û şanda Rûsyayê jî bi Serokatiya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bû.

Şandên Amerîka û Rûsyayê danûstandin li ser çend pirsên girêdayî şerê navbera Rûsya û Ukraynayê û asayîkirina peywendiyên navbera Amerîka û Rûsyayê kirin, wekî vekirina navendên diplomasî di navbera her du aliyan de.

Wê lihevkirinê Serokê Fransayê Emanuel Macron tûre kir û wesa kir ku, Macron bi lez daxwaza civîna welatên Ewropayê û Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen û Sikirtêrê NATOyê Mark Rute kir.

Piştî civîna her du aliyên Rûsya û Amerîkayê, Emanuel Macron daxwaz kir ku gelek bilez ew lûtke bê lidarxistin. Macron wesa difikire ku ew lihevkirin niyeta Putin û Trump ji bo agirbest û bidawîanîna şerî li Ukraynayê eşkere dike, ku bi dûrketina Ewropayê ji Ukraynayê bidawî tê. Herwesa got, “Ew her du serkirde di navbera hev de biryarê li ser çarenivîsa wî welatî didin.”

Ew daxuyaniya Serokê Fransayê Emanuel Macron di demekê de ye ku, her du aliyên Amerîka û Rûsyayê dixwazin pêngavan ji bo rawestandina şerî bi Ukraynayê re biavêjin, ku bandor li ser aborê welatên cîhanê û xasma jî welatên Ewropayê kiriye.