Mesrûr Barzanî: Wergirtina mifayî ji her derfetekê bo aştî û seqamgiriyê giring e

Şanda Îmraliyê ya Dem Partiyê: Em rol û piştevaniya Serok Barzanî bo piroseya aştiyê bilind dinirxînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya şanda Îmraliyê ya Dem Partiyê dike û pê re danûstandinan li ser piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 19.02.2025) pêşwaziya şanda Îmraliyê ya Dem Partiyê bi serokatiya her du perlemanteran Sirî Sureya Onder û Perwîn Buldan kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da, “Wê şandê di wê hevdîtinê de dilxweşiya xwe ji bo serdan û hevdîtin û civînên xwe yên li Herêma Kurdistanê diyar kir û kurtiyek li ser armanca serdana xwe û bizavên piroseya aştiyê li Tirkiyeyê pêşkêş kir û amaje da ku, niha qonaxeke nû li Tirkiyeyê dest pê kiriye  pirsa aştiyê û çareseriya doza Kurdan bûye mijareke giring û pêdivî ya vê demê. Wê şandê herwesa rol û pêgeh û piştevaniya Serok Barzanî di wê piroseyê de jî bilind nirixand.”

Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêxemetî aştî û seqamgirî û bihêzkirina pêkvejiyana aştiyane û biratiya navbera gelên deverê û cîhanê bi giştî, tekez li ser giringiya wergirtina mifayî ji her derfetekê kir.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa “piştevaniya xwe bi temamî ji bo piroseya aştiyê li Tirkiyeyê û bidawîanîna şer û tundûtîjiyê tekez kir û amadebûna Herêma Kurdistanê jî ji bo her alîkarî û hevahengiyekê di vî warî de diyar kir.”

Şanda Dem Partiyê li roja Şemê (15.02.2025) bi hevaltiya Hevserokê Partiya Herêmên Demokrat (DBP) Keskin Baynder gehişt Herêma Kurdistanê û ji aliyê Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ve pêşwaziya wan hat kirin.

Şanda Dem Partiyê heta niha ev civîn li Herêma Kurdistanê kirine:

1.    Bi Serok Barzanî re li Hewlêrê, (Yekşem, 16.02.2025)

2.    Bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re li Hewlêrê (Duşem, 17.02.2025)

3.    Bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re li Hewlêrê (Çarşem, 19.02.2025)

4.    Bi Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî re li Silêmaniyê (Sêşem, 18.02.2025)

Tê çaverlkirin ku piştî vegeriyana wê ji bo Bakurê Kurdistanê, şanda Dem Partiyê, ku du caran bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re civiyaye, ji bo cara sêyê li ser piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi Ocalan re bicive.

Berdevka Dem Partiyê Ayşe Gul jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Piştî civînên xwe yên li Herêma Kurdistanê, Dem Partî ragehandineke tevgir li ser piroseya nû ya aştiyê radigehîne.”