Hatimogullari: Banga Ocalan di dawiya meha Sibatê an jî serê Adarê de dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê DEM Partiyê da zanîn, banga Abdullah Ocalan dê di dawiya meha Sibatê, yan jî serê Adarê de bê kirin. Derbarê hevdîtinên şanda DEM Partiyê li Herêma Kurdistanê jî got, di civînan de atmosfereke erênî hebû.
Hevserokê DEM Partiyê Tulay Hatimogullari îro 19ê Sibatê li Enqerê ji K24ê re got: “Peyam û civînên erênî yên şanda me li Herêma Kurdistanê, ji aliyê DEM Partiyê ve jî bi dilxweşî hat pêşwazîkirin. Piştî hatina şandê, em ê civîneke şêwirmendiyê bikin, paşê em ê dîtinan bigihînin Abdullah Ocalan, bê guman dê bangawaziyeke Ocalan jî hebe.”
Hatimogullari got jî: “Em li bendê ne ku bangawazî di dawiya meha Sibatê yan destpêka meha Adarê de be. Di hevdîtinên borî de gotibû, ew amade ye bi her awayî alîkariya çareserkirina pirsa Kurd bike.”
Herwiha got: “Em pêşbînî dikin naveroka bangawaziya Ocalan derbarê derxistina pirsa Kurd ji zemîna tundûtûjî û şer bo zemîneke siyasî û yasayî be.”