HSD: 3 endamên DAIŞê li Reqayê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmên Operasyonên Leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 3 çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Reqayê girtin.

Navenda Ragihandinê ya HSD’ê îro 20ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihand, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) li bajarê Reqayê operasyoneke li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê pêk anî.

HSD’ê da zanîn, di operasyonê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin û ku endamên wê şaneyê gelek êriş li dijî HSD, Hêzên Ewekariya Hundirîn û sivîlan kiribûn. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, hêzên wan dê têkoşîna li dijî endam û şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorî bidomînin û dê nehêlin DAIŞ xwe zindî bibe û kiryarên terorî li herêmên me pêk bîne.

 
Fly Erbil Advertisment