Trump pêkvekarkirin û alîkarîkirina hevpar bi Herêma Kurdistanê re tekez dike

Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump
Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Nameyek ji aliyê Serokê Amerîkayê ve gehişt Serokê Herêma Kurdistanê, ku di wê nameyê de tekez li ser pêkvekarkirin û alîkarîkirina hevpar di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hatiye kirin.

Îro (Pêncşem, 20.02.2025) nameyeke bi-dest-nivîsî ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve gehişt Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ku bersiva nameyeka wî ye.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê parve kiriye, “Zêdebarî spasdariyê ji bo nameya Nêçîrvan Barzanî, Trump di wê nameyê de tekez li ser pêkvekarkirin û alîkariya hevpar û berdewamkirina nirxên hevpar bi Herêma Kurdistanê re kiriye.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump di dawiya wê nameya xwe de hêviya serkeftinê ji Serokê Herêma Kurdistanê re kiriye.