Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Dezgeha Darayî ya Navdewletî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şandeke Dezgeha Darayî ya Navdewletî re civiya, û pêxemetî berdewamkirina weberhênana navxweyî û biyanî, danûstandin li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiya navbera her du aliyan kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 20.02.2025) pêşwaziya şandeke Dezgeha Darayî ya Navdewletî kir.
Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de, pêxemetî berdewamkirina weberhênana navxweyî û biyanî û wergirtina mifayî ji rênimayên wê dezgehê di warê pêşxistina pêşkeftina aborî de û xasma jî çêkirina devera pîşesazî, danûstandin li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiya navbera her du aliyan hatin kirin.
Wê şandê pesna bernameya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, xasma jî di warê hemerengkirina aborî û giringîdana bi kertên çandinê û pîşesazî û bankî û enerjiyê de.
Di pareke din a wê civînê de, danûstandin li ser encamên bicihanîna wê lihevkirinê hatin kirin, ku di navbera Dezgeha Darayî ya Navdewletî û Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine îmzakirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî spasiya Dezgeha Darayî ya Navdewletî kir, ji ber piştevanî û alîkarî û hevahengiya wan bi aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re.