Şêwirmendê Fermandeya Giştî ya Artêşa Pasdaran: Em êrîşî ser Israîlê dikin

Îbrahîm Cebarî
Îbrahîm Cebarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Fermandeya Giştî ya Artêşa Pasdarên Îranê radigehîne ku, ew êrîşî ser Israîlê dikin û operasyona Soza Sadiq a Sêyê bo ser Israîlê di dema guncayî de bi rê ve dibin.

Şêwirmendê Fermandeya Giştî ya Artêşa Pasdarên Îranê ragehand ku, êrîşî ser Israîlê dikin, Televîvê û Heyfayê dikêlin û operasyona Soza Sadiq a Sêyê bo ser Israîlê di dema guncayî de bi rê ve dibin ku dê hindî rûberê Israîlê berfireh be û wî welatî ji nav dibe.

Şêwirmendê Fermandeya Giştî ya Artêşa Pasdarên Îranê Îbrahîm Cebarî di manora serbazî ya hêzên xwe de li bajarê Bîrcendê tekez kir ku, divê şiyar bin kesên tundrê di dema rûdanên cuda de ji fermanên rêberê welatê xwe dûr nexe.

Herwesa gef jî kirin ku, eger dijminên welatê wî êrîş bikin ser wan, agirê tûrebûna Îranê hemî bingehên serbazî li deverê dişewitîne û bereyê miqawemeyê jî dest bi livînê dike û tê bereyên şerî.