Bulent Kaya: Dibe ku 1500 kes werin binçavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Koma Partiya Rêya Nû Bulent Kaya li Diyarbekirê amaje kir, li Enqereyê behs heye ku dibe di çarçoveya lêpirsînên Kongreya Demokratîk a Gelan de 1500 kes werin binçavkirin ku lêpirsîn civînên heta beriya 15 salan jî li xwe digire.
Serokê Koma Partiya Rêya Nû yê Parlementoya Tirkiyeyê Bulent Kaya li Diyarbekirê bi nunerên saziyên sivîl re civînek li dar xist.
Bulent Kaya di civînê de amaje kir ku hem li aliyekê pêvajoyek a bo çekdanîna PKKê dimeşe heye, hem jî li aliyekê kesên çekan bi kar naynin û di qada siyasî de xebatên xwe dimeşînin tên binçavkirin.
Bulent Kaya di vê mijarê de lêpirsîna derbarê Kongreya Demokratîk a Gelan de hatî vekirin wek mînak nîşan da û da zanîn ku li Enqereyê behs heye ku dibe di çarçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Demokratîk a Gelan de 1500 kes werin binçavkirin û di lêpirsînê de civînên beriya 15 salan hatîn lidarxistin jî hene.
Bulent Kaya anî zimên ku nabe hem pêvajoyek bimeşe û hem jî binçavkirinên wisa werin kirin ku ev helwest ne demokratîk e.
Di civînê de nunerên saziyên sivîl di şexsê Bulent Kaya de rexne li opozîsyonê kirin ku di warê hiquqî, aborî û pirsa kurd de hem bi dengeke bilind opozîsyonê nakin û wêrektiyek bibandor nîşan nadin hem jî pêşniyar û projeyên xwe de ne zelal in.