Mesrûr Barzanî tekezî li ser mafên Kurdên Sûriyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Sibatê pêşwazî li Serokê Tevgera El-Xed a Sûrî Ehmed El-Cerba kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de gotûbêj li ser rewşa giştî û pêşhatên Sûriyeyê hatin kirin.

Her du aliyan tekezî li ser giringiya parastina aştî û aramiyê û dabînkirina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên wî welatî kirin.

 
Fly Erbil Advertisment