Omer Feqê hat girtin
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi tometa wê yekê ku pesna Sedam Hisên kiriye, Omer Feqê yê bangxwaz û çalakvan li ser skalaya kurê enfalkiriyekî ji aliyê polîsan ve hat girtin.
Kurê enfalkiriyekî ku parêzerekî şêwirmend e skala li ser Omer Feqê tomar kir, bi tometa wê yekê ku pêştir Omer Feqê gotibû, “Sed rehmet li gora Sedam Hisên bin, kê jî pê nexweş e, serê wî li nav gora babê wî.”
Tevî ku Omer Feqê ji ber wan gotinan daxwaza lêborînê kiribû û gotibû, “Ez ji wan gotinan poşman im ên ku min kirine.” Omer Feqê îro li ser wê skalayê ji aliyê polîsên Hewlêrê ve hat girtin.
Parêzerê Şêwirmend Mihemed Îmad îro (Yekşem, 23.02.2025) ji K24ê re ragehand, “Di mijarên qanûnî de, çi tawanek nîne ku hatinbe kirin, bi daxwaza lêborînê bê rakirin.” Herwesa got, “90% ya xelkê Kurdistanê qurbaniyên destê Sedam Hisên bûn, îro ku azadî bi dest ve hatiye bi xwîna şehîd û enfalkiriyan e, lewma ew pirs gelek ji wê yekê mezintir e ku bi daxwaza lêborînê bê daxistin.”
Mihemed Îmad herwesa got, “Çi palderekî siyasî li pişt skalaya min nîne, ez kurê enfalkiriyekî me û qurbaniyê destê wê rijêmê me û min babê xwe nedîtiye. Ez û bi sedan hezar kesên wekî min qurbaniyên destê wê rijêmê ne. Ez tenê nînim, kesûkarên enfalkiriyên Çemçemalê jî skala li ser wî tomar kiriye û li Germiyanê biryara girtinê jê re derketiye. Sendîkaya parêzeran jî daxwaz li ser wî nivîsiye.”
Navbirî amaje jî da, “Şanazîkirina bi Rijêma Beis li dû destûrê Îraqê qedexekirî ye, divê daxwazkariya giştî li ser pirsa hemî wan kesên li medyaya civakî şanaziyê bi rijêma Beis dikin bê livandin.”
Parêzerê Şêwirmend ron jî kir, “Omer Feqê Sedam Hisên mezin û pîroz dike û qebên kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan dixwaze ku dibêje, yê ku pê nexweş e jî, serê wî li nav gora babê wî. Roja paştir jî her wê gotinê dike, ew bi xwe jî li dezgehên medyayî itîrafê dike ku xeber gotine.”
Mihemed Îmad tekez jî dike, “Li dû qanûna sizadanê ya Îraqê, her kesekê gotineke nehejî bi beranberê xwe bibêje û hestên wî birîndar bike, divê sizayê xwe yê qanûnî werbigire. Eger ew gotin li dezgehên ragehandinê bên kirin, dibe sizayeke girantir.”
Navbirî tekez jî kir, “Ez wesa difikirim ku du salên zindanîkirinê li ser Omer Feqê bên sepandin. Tevî wê yekê ku dadgeh wê biryarê dide û sizayê wî diyar dike, mimkin e jî dadgeh bêtawaniya wî diyar bike.” Eşkere jî kir, “Nêzî şeş skalayan li ser Omer Feqê hatine tomarkirin.”