Welatiyên Kerkûkê daxwazekê ji Serok Barzanî û Serokwezîr dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Beşek ji welatiyên Kerkûkê daxwaza vegerandina malên xwe dikin, ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê hatine dagîrkirin û bûne baregehên leşkerî.

Xelîl Îbrahîm ku xelkê Kerkûkê ye ji medyayê re got: “Em daxwaz dikin ku peyama me bigihe Serok Barzanî, Serokwezîr û Serokê Herêma Kurdistanê ku malên me yên li Kerkûkê piştî bûyerên 16ê Cotmehê hatine dagirkirin.”

Diyar kir jî: “Bîst û pênc mal hatine talankirin û em hatine derxistin. Lewma em daxwazê ​​ji Serokwezîr û Serokê Herêma Kurdistanê dikin ku ji bo me tiştekî bikin.”

Da zanîn jî: “Xaniyên me ji aliyê Fermandariya Operasyonan ve hatiye dagîrkirin.”

Mexdûrekî din jî got: “Me hemûyan xaniyên xwe bi pereyên xwe kirîn. 25 malên me hene ku ji wan 22 bi şofilan lê dane.”

Got jî: “Em daxwazê ​​ji Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê dikin ku tiştekî ji bo me bikin, ji ber ku xaniyên me bûne leşkergeh.

Herwiha got: “Me gilî li navenda polîsa Erefatê kir, lê wan giliya me winda kir.” Herwiha got: “Em welatiyên asayî û bê pişt in û doza xaniyên xwe dikin.”

 
Fly Erbil Advertisment