Şandiyê Taybet ê Serokê Amerîkayê serdana Rojhilata Navîn dike

Steve Witkoff
Steve Witkoff

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber duberekiyên vê dawiyê yên navbera Hemas û Israîlê û arêşeyên bicihneanîna qonaxa yekê ya agirbestê, Şandiyê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn li roja Çarşemê (26.02.2025) serdana Rojhilata Navîn dike.

Şandiyê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Steve Witkoff ji CNNê re ragehand, “Ez ji bo agirbesta navbera Hemas û Israîlê vê heftiyê serdana Rojhilata Navîn dikim.”

Steve Witkoff herwesa got, “Divê pêşveçûn di qonaxa yekê ya agirbesta navbera Hemas û Israîlê de hebe, lewma ez di vê heftiyê de serdana deverê dikim, ji bo ku em di wî warî de danûstandinan bikin.”

Şandiyê Taybet ê Donald Trump amaje jî da, “Mimkin e serdana min bikeve roja Çarşemê, ez li wê hêviyê me jî ku em bikarin di dema xwe de dest bi qonaxa duyê ya agirbestê bikin û zêdetir revandî bên azadkirin.”

Ji ber wê serederiya nedurist a Hemas bi revandiyên Israîlî re di dema azadkirina wan de dike, qonaxa duyê ya agirbestê di anvbera Israîl û Hemasê de sist bûye. Her vê yekê jî wesa kir ku, Israîl biryarê bide ku azadkirina êxisîrên Filistînî heta demeke nediyar bê paşxistin.

Li roja 19.01.2025ê dest bi agirbesta navbera Hemas û Israîlê hat kirin, ku ji sê qonaxan pêk tê û nêzîk e ku qonaxa yekê ya wê agirbestê bidawî bê.

Qonaxa yekê ya wê agirbestê ji lihevguhertina 33 êxisîrên Israîl û du hezar zindaniyên Hemasê pêk tê, herwesa qonaxa duyê ya wê agirbnestê jî ji vekêşana hêzên Israîlê ji Xezzeyê û azadkirina 60 zindaniyên Israîlê pêk tê.