Serok Barzanî: Kiristiyan pareke giring a welatî ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî di pêşwaziya şandeke hevpar a her du odeyên bazirganî yên Kildanî - Amerîkayî û Aşûrî - Amerîkayî de tekez kir ku, xûşk û birayên Kiristiyan pareke giring a welatî ne. Serok Barzanî herwesa piştevaniya xwe ji bo daxwaziyên xûşk û birayên Kiristiyan li parêzgeha Neynawayê û sernaserî Îraqê tekez kir. Şanda hevpar a her du odeyên bazirganî yên Kildanî - Amerîkayî û Aşûrî - Amerîkayî jî rêz ji bo Serok Barzanî di parastina pêkhateyan û baştirkirina pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê de tekez kir.
Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 24.02.2025) pêşwaziya şandeke hevpar a her du odeyên bazirganî yên Kildanî - Amerîkayî û Aşûrî - Amerîkayî, Amerîkayî bi serokatiya Serokê Odeya Bazirganî ya Kildanî, Amerîkayî Martin Menna kir.
Şanda mêvan di wê hevdîtinê de rêz ji bo rolê Serok Barzanî di parastina pêkhateyan û baştirkirina pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê de hebû, herwesa spasiya Serok Barzanî kir ku herdem tekez li wê yekê kiriye ku Kiristiyan li welatê xwe bimînin û koç nekin.
Şanda navbirî herwesa daxwaz jî kir ku, Serok Barzanî piştevanê daxwazî û mafên Kiristiyanan li Deşta Neynawayê be.
Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî jî spasiya serdana şanda mêvan ji bo Herêma Kurdistanê kir û tekez kir ku, xûşk û birayên Kiristiyan pareke giring a welatî ne û piştevaniya xwe jî ji bo daxwaziyên xûşk û birayên xwe yên Kiristiyan li parêzgeha Neynawayê û seranserî Îraqê jî tekez kir.
