Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî danûstandin li ser pirsên hevpar ên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Sikirtêrê Giştî yê Rêkxistina Bedirê kir û pê re danûstandin li ser hin mijarên giring kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serê sibeha îro (Çarşem, 26.02.2025) pêşwaziya Sikirtêrê Giştî yê Rêkxistina Bedirê Hadî Amirî kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de parve kir, “Her du aliyan di wê hevdîtinê de behsa dawî pêşhatên siyasî û rewşa giştî ya welatî kir, herwesa pirsên hevpar ên navbera Hikûmeta Federalî û Herêma Kurdistanê û peywendiyên wan, bi awayekî ku berjewendiyên niştîmanî dabîn bike, xistin ber behs û xeberan.”
Çavkaniya navbirî amaje jî da, “Her du aliyan tekez li ser giringiya bihêzkirina diyalog û hevfêmkirinên navbera hemî aliyên Îraqê û karên hevpar ji bo dabînkirina seqamgiriya welatî û çarekirina arêşeyên hilawîstî bi canê hevkarî û hevpariya niştîmanî kiriye. Herwesa her du aliyan behsa rewşa welatî û giringiya parastina yekrêziya niştîmanî û rûbirûbûna qebxwaziyên herêmî û navdewletî kir.”
Nêçîrvan Barzanî giringîdana Herêma Kurdistanê bi berdewamiya hevahengî û hevkariyên bi hemî hêzên niştîmanî li Îraqê re tekez kir, herwesa tekez li ser giringiya piştgirîkirina bizavên Hikûmeta Federalî kir, ji bo bicihanîna ewlehî û seqamgiriyê û bihêzkirina hevpariya niştîmanî ku di berjewendiya tevaya welatî de ye.