Civîna şandên bilind ên PDK û YNKê dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda YNKê bi serokatiya Qubad Talebanî gehişt Mekteba Siyasî ya PDKê li Pîrmamê û civîna PDK û YNKê dest pê kir.
Peyamnêrê K24ê Newres Ebdila îro (Çarşem, 26.02.2025) got, “Berî demeke kêm şanda YNKê bi serokatiya Qubad Talebanî gehişt Mekteba Siyasî ya PDKê li Pîrmamê.”
Li dû zanyarên peyamnêrê K24ê Newres Ebdila, ew civîn berdewamiya civîna Şemiya borî ye ku li Silêmaniyê hat kirin. Armanc ji wê civînê jî berdewamkirina wan hûrgiliyan e yên ku di wê reşnivîsê de hene, ya ku şandên teknîkî yên PDK û YNKê piştî pênc civînan amade kiriye.
Newres Ebdila amaje jî da, “Wê reşnivîsê neh tewerên cuda cuda vegirtine ku ew jî ev in; darayî, enerjî, Pêşmerge, peywendî, perleman, hikûmet û hejmareke mijarên ewlehiyê û desthilatan. Herwesa ew reşnivîs ji 15 rûpelan pêk hatiye.”
Li dû zanyaran, di civîna Şemiya borî ya navbera PDK û YNKê de, li ser hejmareke xalên ku duberekî li ser heye hevfêmkirin hebû. Ew xalên ku ew li ser yek in ji wan zêdetir in ên ku ew li ser ne yek in, lewma jî her du alî dixwazin wan xalên ku li ser ne yek in jî derbaz bikin, lê heta niha jî behsa parvekirina postan nekiriye.