Fuad Husên: Hîn jî metirsiya êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser Iraqê heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên got: “Metirsiya êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser Iraqê berdewam e.”Herwiha “Amerîka ji me xwest ku em gaza Îranê rawestînin. Derbarê proseya nû ya aştiyê de jî got: “Ew ê hevkêşeyên li herêmê biguhere.”
Fuad Husên di hevpeyvînekê bi kenala “Al-Arabiye” re tekez kir, “Amerîka ji me xwest ku em hawedekirina gazê ji Îranê rawestînin û ji bo zêdekirina fişaran li ser Tehranê hin pêşniyar jî kirine.”
Amaje bi wê jî kir, Iraq kar dike ji bo parastina hevsengiyê di têkiliyên xwe de bi herdu aliyên Washington û Tehranê re, û amaje kir ku Bexda pabend e bi peymana ewlehiyê ya bi Îranê re.
Wezîrê Derve yê Iraqê aşkere kir jî, ti cezayên Amerîkî yên nû li ser bankên Iraqî nînin.
Herwiha da zanîn, dema vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê neguheriye. Herwiha tekez li ser giringiya berdewamiya diyaloga stratejîk di navbera Bexda û Washingtonê de kir.
Ji bilî vê yekê, Husên eşkere kir, Washingtonê peyamên ne fermî derbarê rewşa grûpên çekdar de şandine.
Got jî: Grûpên çekdar ji ber pêşhatên li herêmê, êrîşên xwe yên li ser hêzên Hevpeymaniya Navdewletî rawestandine.
Derbarê vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê, Faud Husên diyar kir, dema vekişîna hêzên Amerîkî neguheriye.
Derbarê bêçekkirina grûpên derveyî dewletê, teqez kir ku ev mijar, pêwîstiya wê bi gotûbêjeke navxweyî heye. Lê di heman demê de tekez kir, ev grûpên çekdar gefê li ser mana hêzên Hevpeymaniyê nakin.
Wezîrê Derve yê Iraqê eşkere kir, gefên derbarê êrîşeke Îsraîlî ya gengaz li ser Iraqê berdewam in. Herwiha Tekezî li ser pêwîstiya dûrketina ji şer û pevçûnên çekdarî kir.
Herwiha derbarê metirsiyên DAIŞê de Fuad Husên hişyarî da û got, tevgerên gumanbar ên DAIŞê, metirsiyan di nav hikûmetê de çêdikin.
Wezîrê Derve yê Iraqê derbarê proseya nû ya aştiyê de jî got: Danîna çekan ji aliyê PKKê ve, dibe sedema hevkêşeyeke nû li herêmê.