Roja yekem a meha Remezanê sibe bi fermî tê diyarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê ragihand, sibe Komîta Dîtina Heyvê biryarê li ser yekem roja meha Remezanê dide.
Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Rojgar Cafer ji Kurdistan24ê re ragihand: “Roja Înê 28ê Sibatê, Komîta Dîtina Heyvê ji bo biryardana yekem roja meha Remezanê dê bicive.”