Serok Barzanî: Em bi hemû karînekê piştevaniya poseya aştiyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) –Serok Barzanî ragihand, “Em aştiyê take rêya rast û dirûst ya çareser kirina kêşeyan dizanîn.”

Serok Barzanî îro 27ê Sibatê peyamek derbarê banga Abdulla Ocal belav kir û got: “Di derbarê proseya aştî û çareseriya li Tirkiyê de, tekez li ser helwesta xwe ya negûherî dikîn û bi hemû şiyan û karînek ve piştevaniyê li proseya aştî ya li Tirkiyê dikîn û aştiyê take rêya rast û dirûst ya çareser kirina kêşeyan dizanîn.”

Serok Barzanê got: “Hêvîdar in peyama rêzdar Ocelan destpêkek bê ji bo wê yekê proseya aştiyê rêya xwe bigre û bigihe encameke wiha ku li berjewendiya hemû aliyek be.”

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro 27ê Sibatê cara sêyemîn li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û piştre jî di konferanseke rojnamevanî banga Ocalan ji raya giştî re ragihand.

Di bangê de hat, “Banga ku birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku birêz Serokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê digirim ser xwe.

Ocalan got jî: “Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dilxwazî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku bi jiyana hevpar bawer dikin û guh didin banga min.”

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment