Serokê Herêma Kurdistanê "bi germî" pêşwazî li peyama Ocalan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de pêşwazî li banga Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê girtî Abdullah Ocalan kir û daxwaz kir ku “PKK panbendî bangê bibe û guh bidiyê û bicih bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir jî ku niha “serdem a xebata aştî û sivîl û demokrasî ye, û bi vê rêyê encam û destkeftiyên baştir peyda dibin, ne bi çek û tudûtîjiyê.” Herweha hêvî xwest jî ku ev banga Ocalan “rêxweşker be ji bo pêkanîna aştî û çareseriya aştiyan e.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir jî ku “Herêma Kurdistanê piştgiriyek tam li pêvajoya aştiyê” li Turkiyê û Bakurê Kurdistanê dike “û her tişta ku bikeve ser milê me ji bo serxistina pêvajoyê, em amade amade ne ku rolla alîkar alîkar û hevkariyê bilîzin.”

Di peşekî din ê daxuyaniyê de Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê “bi rêz û spasdarî li rola birêz Serok Erdogan û desthilata AK-Partiyê dinêre” ku ji destpêka desthilatdariya xwe “bi raman zala û bi nerînek vekirî hel dane ku ji bo aştiyê kar bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê hêvî xwest jî ku “qonaxa bê bi beşdarî û hevdengiya aliyên din ên Turkiyê jî, qonaxa serkevtina aştiyê û çareseriyê be, û aştî û aramî li welat û hemû navçeyê de serbikeve.”

 
Fly Erbil Advertisment