Mezlûm Abdî: Banga Ocalan ti pêwendiya xwe bi me re nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got: "Eger aştî li Tirkiyeyê pêk were, ti hincet nîne ku Tirkiye êrîşên xwe yên li ser me li Sûriyeyê bidomîne."

Mezlûm Ebdî îro 27ê Sibatê di kongireke rojnamevanî de got: “Banga serokê PKKê Abdulah Ocelan derbarê danîna çekan û hilweşandina PKK wan li xwe nagire, ji ber ku ew mijareke girêdayî PKK ye.”

Fermandarê Giştî yê HSDê diyar kir ku serkeftina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê dê bi erênî bandorê li Rojavayê Kurdistanê bike, ji ber ku Tirkiye bi sedema PKKê, êrîşê deverên di bin kontrola HSD de dike.

Herwiha Mezlûm Ebdî da zanîn jî, dema PKK çekan deyne û xwe hilweşîne, êdî metirsî li ser Tirkiyê namînin û aramiyek peyda dibe.

Ev yek piştî wê tê, Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê îro piştî hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re, li Stenolê banga Ocalan ji bo PKKê di konferanseke rojnamevanî de ragihand.

Ocalan di banga xwe de got jî: “Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dilxwazî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku bi jiyana hevpar bawer dikin û guh didin banga min.”