Di çend seetên bê de hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tê destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Îraqê di çend seetên bê de hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê radigehîne.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdilxenî îro (În, 28.02.2025) di dema serdana benderê Xur Zubeyrê yê parêzgeha Besreyê de ragehand, “Di çend seetên bê de, em destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê radigehînin.”

Heyan Ebdilxenî herwesa got, “Di pêngava yekê de, Kompaniya Berbazarkirina Petrola Federalî (SOMO) her rojê 185 hezar bermîlên petrolê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê difiroşe, heta pêngav pêngav digehe wê hejmarê ya ku di budceya giştî ya federalî de amaje pê hatiye dan.”

Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) jî her îro (În, 28.02.2025) di ragehandinekê de pêşwaziya bizavên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Robio ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Robio û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li roja Sêşemê (25.02.2025) di peywendiyeke tilefonî de danûstandin li ser rewşa Sûriye û deverê, komên çekdar, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û hejmareke pirsên din kirin.

Li dû ragehandina Wezareta Derve ya Amerîkayê, di wê peywendiya tilefonî de Robio amaje daye ku, divê bi zûtirîn dem petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Îraq - Tirkiyeyê bê hinardekirin û rêz li peymanên petrolê yên kompaniyên Amerîkayî bê girtin, ku li Herêma Kurdistanê û Îraqê kar dikin.

Piştî peywendî û hevahengiya navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hewlêr û Bexdayê li roja Yekşemê (23.02.2025) li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li hev kir.

Wezareta Petrolê ya Îraqê li roja Şemiyê (22.02.2025) ragehand, “Tevaya rêkarên dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê hatine temamkirin.”