Erdogan: Tirkiye derbasî qonaxeke nû bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê radigihîne, “Di hewldanên Tirkiyeya bêteror de, em ji duh pê ve êdî derbasî qonaxeke nû bûn.”
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro 28ê Sibatê ragihand, Tirkiye ketiye qonaxeke nû û bi pêwîstî zanî ku ev qonax bi aştiyane birêve biçe.
Herwiha got: “pêşiya me firsendek heye ku em di rêya diçe hedefa xirakirina dîwarê terorê ya ku di navbera biratiya me ya hezaran salî de hatiye avakirin de pêngavekê biavêjin.”
Herwiha got: “Em ê di vê pêvajoyê de dijî her cure provokasyonan di asta herî bilind da baldar bin û hemû tevdîrên hewce hildin.”
Ev daxuyaniya Erdogan piştî wê tê, Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê duh 27ê Sibatê cara sêyemîn li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û piştre jî di konferanseke rojnamevanî banga Ocalan ji raya giştî re ragihand.
Di banga Ocalan de hat, “Banga ku birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku birêz Serokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê digirim ser xwe.
Ocalan got jî: “Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dilxwazî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku bi jiyana hevpar bawer dikin û guh didin banga min.”