Demîrtaş: Ji bo serkeftina pêvajoyê, çi ji destê min were ez ê bikim

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş got, ji bo serkeftina pêvajoyê, çi ji destê wî were, dê bike.
Demîrtaş derbarê banga Abdulla Ocalan ji bo pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ji kovareke Tirkiyeyê re ragihand, Erdogan, Bahçelî û Ocalan destpêşxeriyek ji bo aştiya Kurd û Tirkiyeyê kirine û ji bo serkeftina pêvajoyê, çi ji destê wî were, dê bike.
Demîrtaş got jî, armanca pêvajoyê, bidawîkirina şer, çek, tundûtûjî, teror û zirarê ye. Lê ji bo vê jî, divê hemû binesaziya siyasî û yasayî li parlamentoyê bê avakirin.
Demirtaş amaje bi wê yekê kir, gelek zehmetî li pêş vê pêvajoyê hene, lê aştiya mayînde encax bi pêvajoyeke ku piraniya civakê pê bawer be, jê bawer be û bi dil û can piştgiriya wê bike, dikare pêk were.
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan roja 27ê Sibatê bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re bangek li PKKê kiribû û jê daxwaz kiribû çekê xwe deyne û xwe hilweşîne.
Piştî vê banga Ocalan, Komîteya Rêveber a PKK’ê îro 1ê Adarê ragihand, ji bo Banga Abdullah Ocalan re, ew ji îro pê ve agirbestê radigihînin. Derbarê daxwaza Ocalan a hilweşandina partiyê jî, PKKê got: “Divê Ocalan bi xwe li kongreya hilweşandinê birêve bibe.”