Tuncar Bakirhan: Ocalan xwast têkoşîna çekdarî bibe têkoşîna siyasî
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna Meclîsa Partiya xwe de axivî û got: “Bang hate kirin. Divê êdî sererastkirinên hiqûqî û siyasî tavilê bikevin warê cibicîkirinê.”
Lijneyên rayedar ên DEM Partiyê piştî banga Abdullah Ocalan biryara civînê dan. Meclisa Partiyê û hevserokên bajaran bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li navenda giştî ya partiyê ya li Balgatê civiyan.
Tuncer Bakirhan beriya civînê axivî û got: “Ocalan banga jinûveavakirinê û veguherînê kir. Bang kir ku bi rê û rêbazên nû yên demokratîk li ser zemîna demokrasiyê pêvajo pêş bikeve. Girîng bû. Xwast êdî pêvajo ji zemîna şerê 50 sal in didome derbasî zemîna demokrasiyê bibe û pirsgirêk bi rêyên diyalog û muzakereyan çareser bibe.”
Bakirhan got jî: “Navê bangê jî gelek girîng bû. Banga ‘aştî û civaka demokratîk’ bû. Em jî civîna yekem a piştî vê bangê li dar dixin. Serdema nû dê bibe serdema guherîn û veguherînê. Em ê nexşerêya wê jî îro di civîna Meclîsa Partiya de nîqaş bikin.”
Hevserokê DEM Partiyê amaje bi wê kir, “Banga birêz Ocalan jî mudaxileyekî wêrek û dîrokî ya vê rabûrdiya biêş e. Dixwaze têkiliyên Kurd û Tirkan ên rê li ber êşê vekirine jinûve sererast bike û ji bo vê gavê diavêje.”
Herwiha got: “Ji bo bang veguhere bangên şênber, êdî sererastkirinên hiqûqî û siyasî ferz e. Li benda bangê bûn û vaye bang hate kirin. Piştî bangê, rêxistinê bersiveke erênî û pozîtîf da. Hewceye sererastkirinên hiqûqî û siyasî tavilê bikevin meriyetê.”