Nivîsîngeha Rizgarkirina Êzidiyan: 2558 Êzidî heta niha winda ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Rizgarkirina Êzidiyan parve kiriye ku, heta niha du hezar 558 Êzidî winda ne, zêdebarî wê yekê ku zêdetirî 5 hezar Êzidiyan kuştî ne û du hezar û 745 zarok jî bê daybab mane.
Nivîsîngeha Rizgarkirina Êzidiyên Revandî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 02.03.2025) ragehand, “Zêdetirî 5 hezar Êzidiyan bi destê DAIŞê hatine kuştin û du hezar û 745 zarok jî bê daybab mane.” Eşkere jî kir, “Heta niha 93 gorên bikom li Şingalê hatine dîtin, zêdebarî gorên kit kit.”
Nivîsîngeha navbirî amaje jî da, “Şeş hezar û 417 Êzidî hatin revandin, 3548 ji wan jin û du hezar û 869 jî mêr bûn. Ji nav wê hejmarê jî, sê hezar û 585 Êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, ji wan jî 1211 jin û 339 zarokên keç û 961 jî zarokên kur in.”
Wê nivîsîngehê eşkere jî kir, “Ên ku bi destê DAIŞê hatine kuştin û di gorên bikom de rufatên wan hatine dîtin û bi malbatên wan hatine dan, hejmara wan 274 bû ku 37 ji wan jin û 237 mêr bûn. Ên ku winda bûn jî, hejmara wan du hezar û 558 bûn. Di nav wê hejmarê de jî, yek hezar û 225 jin û yek hezar û 333 mêr bûn.”
Tevî wê yekê jî, 135 hezar û 860 Êzidî li kempên Herêma Kurdistanê xwecih in û alîkarî pêşkêşî wan tên kirin.