Serok Barzanî û Eyad Samerayî tekezê li ser pabendbûna bi bingehên hevpariyê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a Partiya Îslamî ya Îraqî bi serokatiya Eyad Samerayî dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dikin.
Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 03.03.2025) li Pîrmamê pêşwaziya şandeke bilind a Partiya Îslamî ya Îraqî bi serokatiya Serokê Şorayê yê wê partiyê Eyad Samerayî kir.
Baregayê Barzanî parve kiriye, “Di wê hevdîtinê de, danûstandin li ser rewşa ewlehî û siyasî û dawî guhertinên deverê û bandora wan li ser rewşa Îraqê û herwesa pêdivîtiya hevahengiya aliyên siyasî yên Îraqê ji bo baştirkirina piroseya siyasî û parastina seqamgiriyê hatin kirin.”
Her di wê hevdîtinê de, her du aliyan ronahî berda ser qonaxa bê ya pirsoeya siyasî ya Îraqê û hilbijartinan, herwesa tekez li ser pabendbûna bi bingehên hevpariyê ji bo birêvebirina welatî di çarçoveya destûrî de hat kirin.
Metirsiya derketina terorê û karkirina hevpar a aliyan ji bo derbazbûna ji qebxwaziyan jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.