Bazara pirtûkên Kurdî li gorî sala borî ji sedî 50 kêm bûye

Stenbol (K24) – Helawsana dijwar û qeyrana aborî ya Tirkiyeyê bazara pirtûkan bi taybet pirtûkên Kurdî jî têk daye. Nirxê pirtûkan ji sedî 30 giran bûye û bazara pirtûkan li gor sala borî jî ji sedî 50 kêm bûye. Pirtûkfiroş û weşangerên Kurd di nava bê derfetî û zehmetiyên mezin de hewla man û nemanê didin.

Helawsan û qeyrana aborî ya Tirkiyeyê wekî nirxê gelek tiştan nirxê pirtûkan jî giran kiriye û bazara pirtûkfiroşan jî têk daye. Xercên çapkirina pirtûkan li gor sala borî zêdetir ji sedî 30 giran bûye.

Ev giranî di demekê de ye ku bi giştî weşangeriya Tirkiyeyê di nava qeyraneke taybet de ye û pirtûk kêm tên firotin. Lewma weşanger û pirtûkfiroş nikarin nirxê pirtûkan bi wê rêjeyê giran bikin û di encama vê de jî an zerer dikin an jî nikarin kar bikin.

Pirtûkfiroşekî diyar ê Stenbolê ku tenê pirtûkên Kurdî difroşe dide zanîn ku, bazara wan li gor sala borî ji sedî 50 kêm bûye.

Pirtûkfiroş Rêbîn Ozmen ji K24ê re got: “Pirtûkên Kurdî em dikarin bibêjin ku di navbera ji sedî 25 û 35an de guherî. Vê yekê bandoreka zêde li karê me kir. Jixwe kêm kes pirtûk dikirin û yên dikirin jî bi kertê kirêdiyan û bankan dikirin û ev yek jî bandoreka xirab li ser bazara me dike. Li gor sala borî ez dikarim bêjim ku bazara me ji sedî 50 heta 60 kêm bûye. Ya duyem jî li Tirkiyeyê bi giştî çanda xwendinê lawaz bûye. Bi taybet medyaya sosyal wisa kiriye ku xelk êdî pirtûkan nexwînin û dema xwe di medayaya sosyal de xerc dikin.”

Di pênc salên dawî de lîreya Tirkî beramber dolarê Amerîkî nirxê xwe ji sedî 600 kêm kiriye. Ji ber ku ji hibir heta kaxizê, hemû kelûpelên bo çapkirina pirtûkan tê bikaranîn tê hawirdekirin, xercên berhemanîna pirtûkan jî di pênc salan de ew hinde giran bûye.

Lê weşanxaneyên Kurdî nirxê pirtûkan bi vê rêjeyê giran nekirine. Lewra ew karê ku dikin zêdetir ji bazarê, wekî karekî fedakar bo parastina çand û zimanê Kurdî dibînin.

Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn dibêje: “Xwendina Kurdî an jî weşangeriya Kurdî bi qaîdeyên bazarê ve ne girêdayî ye. Heke em li gor şert û mercên bazarê kar bikin û bifikirin, divê em dest ji vî karî berdin. Meseleya weşangeriya Kurdî meseleya hebûn nebûnê ye. Kes ji bo dewlemend bine dest neavetiye vî karî. Em bi vî zimanî dixwazin edebiyatekê û lîtaretûrekê ava bikin. Kurdî mixabin nehatiye wê astê ku em bêjin ev e karekî tîcarî ye û em pare jê qazenç bikin. Lê çi dibe bila bibe, çi qeyranên siyasî çi jî qeyranên aborî rû bide jî Kurdî dê li ser piyan bimîne, ev ziman, ev çand û ev edebiyat dê xwe pêş bixe.”

Weşanxaneyên Tirkî bi piştgiriya çi sazî û dezgehên hikûmî çi jî yên taybet ji gelek derfetan sûdmend dibin û bazara xwe diparêzin. Lê weşanxaneyên Kurdî bêyî çi piştgirî û derfetekê hewleka mezin didin daku dawî bi karê xwe neynin.