Civîna Ereban li Qahîreyê dest pê dike û Misir plana dubare avakirina Xezzeyê birêve dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna awarte ya Ereban li ser Filistînê îro li Qahîreyê, Paytexta MisIrê dest pê dike û tê de plana dubare avakirina Kerta Xezzeyê û pêşhatên vê dawiyê li Xezzeyê tê gotûbêjkirin.
Serokên Ereban îro 4ê Adarê li Qahîreyê dicivin, ev jî piştî pêşniyarên Serokê Amerîkayê Donald Trump yên di derbarê koçkirina Filistîniyan ji Xezzayê û daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê egera avakirina dewleteke Filistînî di hundirê Erebistana Siûdiye de tê, ku rastî nerazîbûnên berfireh hatibûn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji 25ê Çileya borî ve plana koçberkirina Filistîniyên Xezayê û bicihkirina wan li welatên cîran ên wekî Misir û Urdinê pêşkêş dike, ku her du welatan ev plan red kirin û welatên din ên Erebî jî tevlî wan bûn.
Misirê ji tirsa jinavbirina doza Felestînê, planeke Erebî ya berfireh ji bo dubare avakirina Xezzeyê bêyî dûrxistina Filistîniyan ji wê amade kiriye û dixwaze wê pêşkêşî civîna awarte ya Ereban bike.
Li gorî plana Misrê, “Şanda Alîkariyê ya Hikûmetê” dê ji bo heyameke demkî ya nedîyar li şûna hikûmeta Hemasê ya li Xezzeyê bigire û dê berpirsiyariya alîkariyên mirovî û destpêkirina dubare avakirina devera dorpêçkirî ya şer bike.
Di reşnivîsa plana Misirê de hatiye, dê ti fînansek navdewletî ya girîng ji bo dubare avakirina Xezzeyê tune be, heke Hamas li ser erdê serdest û çekdar bimîne û hikûmetê kontrol bike.