Sirri Sureya Onder: Dibe ku em bi Erdogan re li ser pêvajoya aştiyê bicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî şanda DEM Partiyê bo Îmraliyê dibêje, dibe ku ew ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Teyyip Erdogan bicivin û proseya aştiyê ya nû gotûbêj bikin.
Endamê Şanda DEM Partiyê bo Îmraliyê û Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder di hevpeyvîneke televîzyonî de ragihand, “Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan agahdarî pêngavên pêvajoya nû ya aştiyê ye û jê ne dûr e.
Sirri Sureyya Onder diyar kir, ewê li ser pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, bi hemû aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re bicivin, dibe ku bi Erdogan re jî hevdîtinê bikin.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê roja 27ê Sibatê bo cara sêyemîn li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û piştre jî di konferanseke rojnamevanî banga Ocalan ji raya giştî re ragihand.
Ocalan di banga xwe de daxwaza çekdanînê li PKKê kir û herwiha daxwaz kir jî ku PKK kongreya xwe lidar bixe û xwe tê de hilweşîne.
Komîteya Rêveber a PKK’ê îro 1ê Adarê li ser banga Abdullah Ocalan, agirbestê ragihand. Derbarê daxwaza Ocalan a hilweşandina partiyê jî, PKKê got: “Divê Ocalan bi xwe li kongreya hilweşandinê birêve bibe.”
Di vê derbarê de, endamê şanda Îmraliyê Ahmet Turk, ragihand, “Pêwîst e PKK di kongireyê de xwe hilweşîne û ji niha û pê de divê pêngav ji bo bihêzkirina biratî û dostîniya dîrokî ya Kurd û Tirkan bên avêtin.”