Arkan Bîbanî: 11 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Nehîştina Madeyên Hişbir Erkan Bîbanî ragihand, di çend operasyonan de, 11 bazirganên madeyên hişbir hatine girtin.

Arkan Bîbanî îro 4ê Adarê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Di çend çalakiyên du hefteyên borî de, bi hevkarî û hevahengiya rêveberiya asayîşa Soran, Çoman û Pîrmamê, zêdetir ji 26 kîlo û 208 gram madeyên hişbir hat desteserkirin, ku ji krîstal, heşîş û heroîn pêk dihatin.”

Diyar kir jî, “Di operasyonê de hejmarek ji torên kirîn û firotina madeyên hişbir ku ji 11 bazirganan pêk dihat, hatin hilweşandin.”

Arkan Bîbanî got, li gorî yasaya bazirganiya madeyên hişbir, derbarê wan bazirganan de doz hatine vekirin.

Her wiha hişyarî da welatiyan ku xwe ji bikaranîna madeyên hişbir dûr bixin û her agahiyek ku ket destê wan, bigîhînin binke û rêveberiyên asayişê gahdar bikin.