Mihdî Perînçek: Divê dewlet warê ziman û nasname de gavan biavêje

Navenda Nûçeyan (K24) – Gelo dê PKK dest ji çekan berde û xwe hilweşîne û paşê dê dewlet gavên yasayî biavêje, an dê dewlet gav biavêje paşê dê PKK dest ji çekan berde. Di vê mijarê de çavdêrên siyasî û nivîskar dibêjin her tişt li gorî nexşerêya ku berê hatibû amadekirin dimeşe û dê demek nêz de herdu alî jî gavên nû biavêjin, lê ji bo ewlekariya pêvajoyê dê nexşerê newe aşkerekirin.

Rêberê PKKê Badullah Ocalan bang li PKKê kir ku kongreya xwe bicivîne, xwe hilweşîne û dest ji çekan berde. PKK jî got ewê bangê cîbicî bikin û  Dewlet Bahçelî jî sipasiya Silhettîn Demîrtaş, Ehmed Turk û Tuncer Bakirhan kir ku sûd dane pêvajoyê û pêvajo ser zemînek erênî dimeşe. Niha ya tê mereqkirin ku gelo gava di dorê dê kîjan alî biavêje. Her çiqas derbarê dora gavê de nîqaş û nêrînên ji hev cuda hebin jî şîrovekarên siyasî dibêjin dê di demek nêz de dê desthilat gavên hiquqî biavêje û PKK jî dê pabendê banga îmraliyê be.

Şîrovekarê Sıyasî Muhammed Dara Akar ji K24ê re got: “Ya girîng ew e ku herdu aliyan di mijarên bingehîn de li hev kirine, wekî din jî dê desthilat derbarê lêborîna giştî de dê gava biavêje û her wiha xebatên hiquqî û çaksaziyên nu jî dê werin kirin.”

Nivîskar balê dikêşin ku pêvajoya niha ji ya berê baştir û serkeftîtir dimeşe û divê herdu alî jî hember provakasyonan hişyar bin, nivîskar pêşbînî dikin ku dawiya pêvajoyê de dê Rojava bibe xwedî statu û li bakur jî qet nebe dê pêşî li asîmîlasyonê were girtin û kurd dê bi awayekî xurttir bikaribin daxwaza ziman û nasnameya xwe bikin.

Nıvîskar Mîhdî Perînçek dibêje: “Dewlet hemû qure ne, dema tu tiştek ji dewletê bixwazî divê tu hinekî quretiya dewletê miz bidî, niha jî dora dewletê ye ku rumeta kurdan biparêze ku rûmet jî ziman û nasname û azadiya ramanê ye.”