Israîl bo qonaxa duyê ya agirbestê daxwaza derxistina çekdaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Israîlê radigehîne, “Ji bo ku dest bi bicihanîna qonaxa duyê ya agirbestê bê kirin, em daxwaza derxistina çekdaran ji Xezzeyê dikin.”

Wezîrê Derve yê Israîlê Cedûn Sair îro (Sêşem, 04.03.2025) ragehand, “Me çi agirbest bi Hemasê re li ser qonaxa duyê ya wê agirbestê nînin.”

Cedûn Sair amaje jî da, “Ji bo qonaxa duyê ya agirbestê, em daxwaza derxistina çekdaran ji Xezzeyê û azadkirina revandiyan dikin.”

Navbirî ron jî kir, “Alîkariyên mirovî ji bo Hemasê bûne çavkaniyeke serekî, ji bo ku şiyanên xwe vegerînin û zêdetir ciwanan ji bo rêkxistina xwe kom bike.”

Wezîrê Derve yê Israîlê herwesa got, “Her dema ew bi wan şertên agirbestê razî bûn, em jî yekser pabend dibin.”

Qonaxa yekê ya agirbesta Xezzeyê li roja 19.01.2025ê çû di warê bicihanînê de, lê destpênekirina danûstandinan ji bo qonaxa duyê derî li ber gelek sînaryoyên ihtîmalî vedike.

Herwesa Israîl dixwaze ku qonaxa yekê  a lihevkirina lihevguhertina êxisîr û revandiyan dirêj bike, ji bo ku hejmareke herî zêde ya revandiyan bê azadkirin, bê ku wan pabendbûnan temam bike yên ku di wê lihevkirinê de li ser wê hatine sepandin.