Bi raspardeya Mesrûr Barzanî birêveberiyeke perwerdeyê bo Kurdên diyasporayê tê vekirin

Alan Heme Seîd
Alan Heme Seîd

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, birêveberiyeke perwerdeyê ji bo xwandina bi zimanê Kurdî li diyasporayê ji bo Kurdistaniyan tê vekirin. Ji bo wê yekê jî, yadaşteke hevahengiyê di navbera Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Federasyona Revenda Kurdî li Diyasporayê hat îmzakirin.

Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Revenda Kurdî li Diyasporayê îro (Sêşem, 04.03.2025) yadaşteke hevahengiyê îmza kir. Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd di konferanseke rojnamevanî de got, “Ew yadaşt li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye îmzakirin û armanc ji wê vekirina birêveberiyeke girêdayî xwandina Kurdî li diyasporayê ye.”

Alan Heme Seîd herwesa ragehand, “Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêveberiyekê ji bo xwandina derveyê welatî ji bo wan ezîzan vedike yên ku li diyasporayê ne. Ji niha ve li ser astê birêveberiyê kar tên dezgehîkirin.

Navbirî amaje jî da, “Aliyekî din ê giring ê wê pirojeyê damezrandina dezgeheke giring a wekî federasyonê ye, ku li derveyê welatî piştevana revenda Kurdî ye, piştevana Kurdan li diyasporayê ye li ser hemî kar û çalakiyan û xasma jî di warê zimanî de, ji bo xizmetkirina çanda perwerdeyî.”

Wezareta Perwerdeyê eşkere jî kir, “Lewma em îro bi navendeke giring re hevahengiyê dikin, ku ew dezgeh bi pareke zêde ya Kurdan li diyaspirayê re aşna ye, ew jî Konfederasyona Revenda Kurdî ye.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment