Hûsiyan droneke Amerîkayê êxist
Navenda Nûçeyan (K24) - Hûsiyên Yemenê ragehand ku, droneke Amerîkayê êxistiye, ku bi gotina wan ew dron ji cûnê MQ-9 e. Piştî ku ew dron derbazî nav asmanê Yemenê bûye, wan ew kiriye armanc.
Yehya Serî ê Berdevkê Çekdarên Hûsiyên Yemenê ku ji bi ser Ensarûlahê ve ne ragehand, “Bergiriya asmanî ya hêzên me di êxistina droneke Amerîkayî ya ji cûnê MQ-9 de serkeftî bû, ku li sinorê parêzgeha Hudeydeyê derbazî nav asmanê Yemenê bûbû.”
Li dû gotina Yehya Serî, ji piştî 07.10.2023ê ve û ji hingê ve ku Hûsî piştevaniya kertê Xezzeyê dikin, ev drona 15ê ye ku ji aliyê bergiriya asmanî ya Yemenê ve tê êxistin.
Tevî ku Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê û Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) çi ragehandinek li ser wê dronê parve nekirine, lê Nivîsîngeha Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê di ragehandineke rojnamevanî de amaje da ku, Tevgera Ensarulahê ya Yemenî bi biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump tevlî lîsta rêkxistinên teroristî yên biyanî hatiye kirin.