Mesrûr Barzanî û Balyozê Austuryayê tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Adarê pêşwazî li Balyozê Austuryayê li Iraqê Andrea Nasî kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî di warên cuda de hat kirin.

Her di vê hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraqê, bi taybetî amadekariyên hilbijartinên dahatû hatin gotûbêjkirin. 

Li gorî daxuyaniyê, Balyozê Austuryayê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ji bo hevkarî û hemahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel balyozxaneya welatê wî.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment