Ocalan ji parlamenterên DEM Partiyê re: Zêdetir behsa aştiyê bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê girtî yê PKKê bang li parlamenterên DEM Partiyê kir ku behsa aştiyê bikin û xwedîderketina li pêvajoya aştiyê diyar bikin.
Piştî banga Ocalan ya çekdanîna PKK'ê, hevdîtinên DEM Partiyê yên ji bo qonaxa bê zêde bûn, civîna dawî jî ya şaredar û parlamenteran hat bû.
Li gorî medyaya Tirkiyê, civînê 7 demjimêran berdewam kir, hevserokan jî daxwaz ji beşdaran kir ku li gorî hesasiyeta qonaxê tevbigerin û xwe ji her axaftineke ku zirarê bide pêvajoyê, dûr bixin.
Di wê civînê de, peyama duyemîn a Ocalan ji parlamenteran re hat ragihandin û bang li wan kir ku ji xelkê zêdetir li ser aştiyê biaxivin.
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan roja 27ê Sibatê bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re bangek li PKKê kiribû û jê daxwaz kiribû çekê xwe deyne û xwe hilweşîne.
Piştî vê banga Ocalan, Komîteya Rêveber a PKK’ê îro 1ê Adarê ragihand, li ser Banga Abdullah Ocalan, ew ji îro pê ve agirbestê radigihînin.
Derbarê daxwaza Ocalan a hilweşandina partiyê jî, PKKê got: “Divê Ocalan bi xwe li kongreya hilweşandinê birêve bibe.”
Herwiha Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah a di 27’ê Sibatê de, dest bi serdanên partiyên siyasî dike û dê roja 10’ê Adarê biçe serdana CHP’ê.