Hemas: Em rêzê li navbeynkaran digirin û em pabendî agirbestê ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Balê Serbazî yê Tevgera Hemasê haydariyê li ser ihtîmala pêşxistinên serbazî yên Israîlê dide, herwesa pabendbûna tevgera xwe li beranberî agirbestê jî tekez dike.
Berdevkê Ketîbeyên Qesamê yên Balê Serbazî yê Tevgera Hemasê ya Filistînî Ebû Ubeyde îro (Pêncşem, 06.03.2025) di peyameke vîdyoyî de ragehand, pêşxistinên serbazî yên artêşa Israîlê li Xezzeyê dibin sedema kuştina revandiyên li bin destê wê tevgerê.
Berdevkê Ketîbeyên Qesamê herwesa pabendbûna Hemasê bi agirbestê tekez kir û ragehand, Israîl hemî bizavan dike ku xwe ji agirbestê vedize.
Ebû Ubeyde herwesa got, “Pêxemetî parastina xwîna qurbaniyan û rêzgirtina li navbeynkaran, em amade ne çi hecetekê ji bo Israîlê nehêlin, ku berdewam bizavê dike hecetan vebîne û agirbestê bişkîne.”
Qonaxa yekê ya agirbesta Xezzeyê li roja 19.01.2025ê çû di warê bicihanînê de, lê destpênekirina danûstandinan ji bo qonaxa duyê derî li ber gelek sînaryoyên ihtîmalî vedike.
Herwesa Israîl dixwaze ku qonaxa yekê a lihevkirina lihevguhertina êxisîr û revandiyan dirêj bike, ji bo ku hejmareke herî zêde ya revandiyan bê azadkirin, bê ku wan pabendbûnan temam bike yên ku di wê lihevkirinê de li ser wê hatine sepandin.