Nûnerê Serokê Amerîkayê: Em dixwazin revandiyên li bin destê Hemasê bên azadkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Amerîkayê li Rojhilata Navîn radigehîne ku, Hemas li dû ya pêdivî ji bo danûstandinên agirbestê nehatiye pêş û divê cidîtir be.

Nûnerê Amerîkayê li Rojhilata Navîn Steve Witkoff ragehand, “Donald Trump rewşa revandiyên li bin destê Hemasê bi vî awayê niha qebûl nake.”

Steve Witkoff herwesa got, “Em dixwazin revandiyên li bin destê Hemasê bên azadkirin, herwesa sinorek ji bo wê rewşa nemirovane bê danan ku Hemasê ji bo revandiyan çê kiriye.”

Navbirî eşkere jî kir, “Donald Trump rewşa niha ya revandiyan qet qebûl nake, Hemas li dû ya pêdivî ji bo danûstandinan nehatiye pêş, divê pêş ve bê.”

Nûnerê Amerîkayê li Rojhilata Navîn ron jî kir, “Pilana Misirê ji bo kertê Xezzeyê gehiştiye ber destê me, divê zêdetir danûstandin li ser wê bên kirin.”

 
Fly Erbil Advertisment