Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li jinên Kurdistan û cîhanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li hemû jinên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir û got: “Cihê dilxweşiyê ye ku jinên Herêma Kurdistanê di nav saziyên Herêma Kurdistanê de, xwedî roleke berçav û çalak in.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê li hejmara xwe tora civakî belav kir û tê de got: “Rêz û pêzanîna me ya mezin ji bo xebat, têkoşîn û rola berbelav ya jina Kurdistanê di dîroka gelê Kurdistanê de heye, ku hertim nimûneya nîştimanperwerî, azayetî, fedakarî û qurbanîdanê bûye.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje: “Cihê dilxweşiyê ye ku îro roleke berçav û aktîv ya jinên Herêma Kurdistanê di saziyên Herêma Kurdistanê de hene û em pabend in ku zêdetir derfetên wekhev ji bo jinên Kurdistanê dabîn bikin, rêje û asta beşdarbûna wan di warên curbicur ên rêveberiyê de zêde bikin, herwiha rûbirûyî her cure tundî û cudakariya li ser jinan bibin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de got: “8ê Adarê pîroz be û hêviya pêşkeftinên zêdetir ji bo jinên Kurdistanê dixwazim.”
Today and everyday, I honor the strength of Kurdistani women. Your resilience and sacrifice are imprinted in our national story. pic.twitter.com/nVzvhBsiAO
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) March 8, 2025