Dînar Zêbarî: Di Kabîneya Nehem de ji bo parastina mafên jinan gelek gav hatin avêtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, zêdetir ji %75 ji wan pêşniyarên ku di çarçoveya pilana mafên mirovan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine cîbicîkirin, beşek ji wan bi mafên jinan û nehiştina tundiyê ve girêdayî ne.
Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî duh 8ê Adarê got: “Li Herêma Kurdistanê gelek pêngav ji bo parastin û pêşxistina mafên jinan di warê yasa û pratîk de hatine avêtin.”
Diyar kir, di nav wan de jî yasaya nehiştina tundûtûjiya nav malbatê li Herêma Kurdistanê ya bi hejmara 8 a sala 2011ê ye, ku li gelek welatên navçe û cîhanê ji bo parastina mafên jinan û jinavbirina tundiya nav malbatê nehatiye derxistin.
Zêbarê amahe bi wê jî kir, çend yasa jî hatine guhertin û rênimayên taybet hatine derxistin û hemû jî di berjewendiya jinan de ne.
Got jî: “Di çarçoveya plana mafên mirov ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, zêdetir ji %75 ji wan pêşnîyaran hatine cîbicîkirin, ku beşek ji wan jî bi mafên jinan û nehiştina tundûtûjîyê ve girêdayî ne. Ji bo bicihanîna pêşniyarên din jî tedbîrên taybet hatine girtin.”
Da zanîn jî, 5 stargeh ji bo jinên gef li ser wan hene û yek jî ji bo mexdûrên bazirganiya mirovan hatine vekirin û niha bi dehan jin tê de cih digirin.
Zêbarî got jî: “Zêdeyî ji %30ê jinan di erkên biryardanê yên hikûmet, parlamento û dadweriyê de ne û ji %10ê wan jî di dezgehên ewlehiyê de cih digirin. Ji aliyeke din ve di hilbijartinên dawî yên parlementoya Kurdistanê de rêjeya jinên serketî, zêdetirî %30 bû.”