Brîtanya komkujiya berî çend rojan a Sûriyeyê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Brîtanyayê ew komkujiya ku berî çend rojan li Sûriyeyê çê bû şermezar kir û got, “Divê desthilata nû ya Şamê welatiyan biparêze.”

Wezareta Derve ya Brîtanyayê David Lammy îro (Yekşem, 09.03.2025) di ragehandinekê de komkujiya Elewiyên Sûriyeyê şermezar kir.

David Lammy herwesa got, “Hejmareke zêde ya welatiyên sivîl li Sûriyeyê hatiye kuştin.” Herwesa daxwaz ji desthilata nû ya Şamê kir ku canê welatiyan biparêze.

Wezareta Derve ya Brîtanyayê herwesa tekez li ser pêdivîtiya arasteyeke diyarkirî ji bo dadperweriyê li Sûriyeyê kir. 

Şer û pevçûn ji roja Pêncşema borî ve li devera beravên Sûriyeyê berdewam in, ew jî piştî zincîreke êrîşên paşmayîyên rêjîma Esed li ser hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro di daxuyaniyekê de ragihand, “hejmara kuştiyan heta êvara Şemiyê gihîşt 1018 kesan, di nav wan de 745 sivîl in ku piraniya wan Elewî ne.”

 
Fly Erbil Advertisment