Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja kincên neteweyî pîroz dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamekê ji bo roja kincên neteweyî parve dike û tê de wê rojê li hemî pêkhate û neteweyên Herêma Kurdistanê pîroz dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 10.03.2025) di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê roja kincên neteweyî li hemî pêkhate û neteweyên Herêma Kurdistanê pîroz kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî peyama xwe vîdyoyek jî parve kiriye û li ser nivîsiye, “Roja kincên neteweyî xweşiktiya hemerengiya çandî û pêkvejiyana aştiyane ya Kurdistana me berçav dike.”

Kinc yek ji nîşanên serekî yên nasnameya neteweyî ne û gel û neteweyan ji hev cuda dikin. Li Herêma Kurdistanê jî, roja 10ê Adarê wekî roja kincên neteweyî hatiye diyarkirin û welatî di wê rojê de kincên rengîn ên neteweyî li xwe dikin.

Kincên Kurdî dîrokeke dêrîn heye û li dû deveran jî awayê dîzayn û dirûtina wan tê guhertin, tevî guhertinên serdem jî guhertin di modelên kincên resen ên Kurdî de hatiye kirin, lê hêşta resenetî û mohra xwe winda nekiriye û wekî yek ji kincên neteweyî yên xweşik jî tê hejmartin, ji ber rengînî û awayê wan ê taybet û xasma jî kincên Kurdî yên jinan.