Amerîka: Divê lêpirsîn bi bikerên komkujiyên vê dawiyê yên Sûriyeyê re bê kirin

Marko Robio
Marko Robio

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwazê ji desthilata demkî ya Sûriyeyê dike ku, lêpirsînê bi bikerên komkujiyên vê dawiyê yên beravê re bike. Birêvebera Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê jî dibêje, “Sûriye niha ji aliyê endamekî kevn ê Qayîdeyê ve tê birêvebirin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Robio ragehand, “Amerîka wan teroristên Îslamî yên tundrê û cîhadî yên biyanî şermezar dike, ku di çend rojên borî de welatiyên sivîl li rojavayê Sûriyeyê komkuj kirine.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê pêdivî jî dibîne ku, “Desthilata demkî ya Sûriyeyê lêpirsînê bi bikerên komkujiyên li dijî kêmaniyên Sûriyeyê re bike.”

Marko Robio herwesa serexweşî li qurbanî û malnbatên wan kir û tekez jî kir, “Amerîka bi kêmaniyên olî û neteweyî yên Sûriyeyê re dimîne, wekî Kiristiyan, Dirûz, Elewî û Kurdan.”

Birêvebera Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê Tulsi Gabbard jî di peyamekê de li ser rewşa Sûriyeyê got, “Ew kesê ku niha Serokê Sûriyeyê ye endamê berê yê Rêkxistina Qayîdeyê bû û tevlî kuştina serbazên Amerîkayî bûye.”

Tulsi Gabbard tekez jî kir, “Serokê Sûriyeyê yê demkî tevlî stemkirina li kêmaniyên Sûriyeyê bûye.” Herwesa got, “Ew kesê ku niha Sûriyeyê bi rê ve dibe Îslamiyekî tundrê ye, ku li dijî Amerîkayê şer kiriye û ji çareya Amerîkayê hez nake.”

Şer û pevçûn li roja Pêncşema borî (06.03.2025) li devera beravên Sûriyeyê di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ya nû û alîgirên rijêma Esed de çê bûn.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan jî di daxuyaniyekê de ragihand, “Hejmara kuştiyan heta danê êvarê yê roja Şemiyê gihîşt 1018 kesan, di nav wan de 745 sivîl in ku piraniya wan Elewî ne.”