CHP’ê piştgirî da çareseriyê: Em paketê amade dikin, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel piştî hevdîtina bi şandeya DEM Partiyê re ragihand, partiya wan ji bo çareseriya pirsa Kurd paketeke demokratîkbûnê amade dike. Ozel, anî ziman ku ew ê ji bo çareseriyê hewl bidin û pêwîst e sererastkirinên qanûnî bên kirin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel got: “Komên me ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel, raye ji gel xwestin. Gel jî rayeya xwe bi vî rengî da. Heke pêvajoya şer were terikandin, heke rêxistin çekên xwe berde, heke xwe hilweşîne, heke dayik êdî negirîn, heke êdî şehîd neyên, heke êdî dayikên Kurd û Tirkan negirîn, heke xwîn êdî nerije, heke êdî zarok sêwî nemînin, peywira gel daye me jî ew e ku mirov ji bo vê pêvajoyê alîkar be.”
Herwiha Ozel got: “Di mijara pirsa Kurd de em xwedî helwesteke çêker in. Ji bo çareserkirina wê em ê hewl bidin. Zemîn ku dere? Zemîn, parlamento ye. Di vê mijarê de di civîna komê ya hefteya din de min bang li birêz Nûman Kurtulmuş kir ku înîsiyatîfê li xwe bigire.”
Serokê Giştî yê CHP’ê amaje bi wê wê kir: “Dema li parlamentoyê di vê mijarê de xebat hatin destpêkirin, em ê peywira xwe bicih bînin û peywira gel daye me bicih bînin. Armanca me hem Kurd in hem Tirk in hem Elewî ne hem Sunî ne, armanca me civakeke azad û demokratîk e.”
Diyar kir jî: “Ji bo vê jî divê tevahiya sererastkirinên qanûnan bên kirin. Hewceye di vê mijarê de mirov meseleyê bike du beş. Ya yekemîn, sererastkirinên qanûnî yên nû yên kêmasî tê de hene. Ya duyemîn jî, bi adilane û demokratîk cîbicîkirina qanûnên heyî ye. Hewceye di vê mijarê de bi biryardarî gav bên avêtin.”
Ozel di berdewamiya axaftina xwe de got: “Paketek a me ya demokratîkbûnê heye ku em li ser 7-8 serenav û mijarên esasî dixebitin, gelek qanûnan û ji zêdetirî 20 beşan de em xebatê dimeşînin. Heke ev paket bikeve meriyetê, dê di mijara pirsa Kurd de pêşketinên gelek mezin çêbibin.