Serokê Desteya Parastin û Çakkirina Jîngehê spasiya hevkarî û piştevaniya Serokwezîr kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Adarê pêşwazî li Serokê Desteya Parastin û Çakkirina Jîngeha Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Sidîq kir, bi boneya bidawîhatina erkê wî.
Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî sipasiya kar, xizmet, çalakî, xebat û keda Ebdulrehman Sadiq di dema serokatiya Desteya Parastin û Çakkirina Jîngehê de kir û hêviya serkeftin û tenduristiyê jê re xwast.
Ebdulrehman Sidîq spasiya hevkarî û piştevaniya berdewam û xemxwariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo parastina jîngeha Kurdistanê kir.