Nêçîrvan Barzanî: Em pîrozbahiyê li birayên xwe yên li Sûriyeyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber rêkeftina di navbera Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kir û got: “Rêkeftin nexşerêyeke guncayî ye ji bo paşerojê û qonaxa veguhêz. Herwiha got: “Em careke din tekezî li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê bo aştî û aramiya Sûriyeyê dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 11ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, “Em pîrozbahiyê li birayên xwe yên li Sûriyeyê dikin, ji ber rêkeftina di navbera Serokê Sûriyeyê û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, ku nexşerêyeke guncayî ji bo pêşerojê û qonaxa veguhêz pêk tîne.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Pêşwaziya Sûriyeyan ji rêkeftinê re, wek hemû neteweyên navçeyê, daxwaza wan a aramiyê û çareseriyeke aştiyane ya bê tundûtûjiyê nîşan dide.”

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Di dema ku em pêşwazî li vê rêkeftinê dikin, piştgîriya temam a Herêma Kurdistanê ji bo aştî û aramiya Sûriyê tekez dikin. Herwiha em doza parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û beşdariya çalak di avakirina Sûriyeke azad û pêşketî de dikin.”