Serokê Desteya Çarekirin û Parastina Jîngehê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Desteya Çarekirin û Parastina Jîngeha Herêma Kurdistanê dike û rêz û hurmetên xwe ji bo kar û xizmet û çalakî û bizav û westiyana diyar dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 11.03.2025) pêşwaziya Serokê Desteya Çarekirin û Parastina Jîngeha Herêma Kurdistanê Ebdirehman Sidîq kir, ji ber bidawîhatina erkê wî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê hevdîtinê de rêz û hurmet ji bo kar û xizmet û çalakî û bizav û westiyana Ebdirehman Sidîq diyar kirin, ji ber wê dema ku ew Serokê Desteya Çarekirin û Parastina Jîngehê bû, herwesa daxwaza serkeftinê jî ji wî re kir.
Ebdirehman Sidîq jî spasiya alîkarî û piştevaniyên berdewam û dilgermî û xemxweriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêxemetî parastina jîngeha Kurdisytanê kir.