Hûsiyan êrîş kir ser keştiyeke Israîlî

Navenda Nûçeyan (K24) - Hûsiyên Yemenê destpêkirina êrîşên xwe bo ser keştiyên Israîlî ragehand, ev jî piştî temambûna wê demê ku ji bo rêdana bi alîkarîkirinê ji bo nav kertê Xezzeyê bi Israîlê dabû.

Berdevkê Hûsiyan Yehya Serîh li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê ragehand ku, hêzên wan dest bi êrîşêkirina li ser tevaya keştiyên Israîlî, ku li devera operasyonên diyarkirî li Deryaya Sor û Bab Mendeb û Kendavê Edenê derbaz dibin, kiriye.

Yehya Serîh ron jî kir, “Ev piştî bidawîhatina wê demê ye ya ku ji aliyê Serokê Koma Ensarulahê Ebdilmelik Hûsî ve, ji bo xistina givaştinê li ser Israîlê ji bo vekirina deriyan û anîna alîkariyan ji bo nav kertê Xezzeyê tê.”

Di wê beyannameyê de tekez li ser wê yekê jî hatiye kirin ku, her keştiyeke Israîlî bizava şkandina derbazbûnê li devera operasyona ragehandî bike tê armanckirin.

Navbirî Herwesa eşkere jî kir ku, ew berdewam dibin heta derbazbûn ji bo nav kertê Xezzeyê tê vekirin û rê bi hatina alîkarî û pêdivîtiyên xwerak û dermanan bo nav wî kertê bê dan.